Çerxa felekê

Çerxa Felekê an Çembera Bircan ango Nîşanstêrk çembereka bi parvekirina eklîptîka(rêgeha rojê ya di ezmên de ya saleke gerra xwe temam dike ye) 12 parên wekhev re dertê holê ye. Mîna rojê, rêgeha gerrstêrkên din û ya hîvê jî li nêzî rêgeha rojê, eklîptîk, li ser çerxa felekê dikeve. Dema dinê dor rojê re viz dibe, gorî nihêrîna merîv, roj di rêgeha xwe, eklîptîk, de hereket dike. Lê birastî ya hereket dike dinê ye. Gorî nihêrîna merîv, roj di çerxa felekê de her roj dereceyeke hereket dike û bi temamkirina di saleke de ye 360 dereceyan re, li dehûdu Nîşanstêrkên çerxa feleke digere.

Di Astrolojiyê de biguhêre

Di astrolojîyê de çerxa felekê cîhê ku eklîptîk, rêgeha rojê, tê re derbas dibe ye. Gorî vê rêgehê Nîşanstêrk astrolojîyê derketine holê. Lê îroj Nîşanstêrk û komstêrên ku bircan navên xwe jê helgirtinî hev nagirin. Ew jî ji ber liva tewereya dinê ye. Nêzî 2500 salî berî îroj, wexta Çerxa Felekê ji hêla Babîliyan hatibû kifş kirin, cîhê komstêrên roj lê û mihleta Nîşanstêrkê wê di eynî wextê de bûn. Wê çaxê rojvegera biharî(Îng. Vernal equinox) de roj dikete Nîşanstêrkê Berên. Îroj wexta roj dikeve Nîşanstêrka Beranê, birastî rêgeha xwe di komstêra Masî re derbas dibe. Yanê rojvegera havînî, wexta roj di komstêra Masî pêk tê.

Cîhê Ekinoksa biharî(vernal equinox) ya li ser rêgeha rojê, eklîptîk, ya 6000 sal virve
Çembera Nîşanstêrk a îslamî
NîşanstêrkKomstêr
NavNîşanMihleta bircê ya AstrolojîkNavMihleta ku roj lê dimîne (2011)Hejmerên rojan
ya roj têde dimîne
Stêra geştirîn
Beran 21 adar– 19 nîsanBeran19 nîsan – 14 gulan25.5 rojanHemal
Ga 20 nîsan – 20 gulanGa21 hezîran- 21 tîrmeh38.2 rojanDeberan
Cêwî 21 gulan – 20 hezîranCêwî21 hezîran- 21 tîrmeh29.3 rojanPollux
Kêvjal 21 hezîran –21 tîrmehKêvjal21 tîrmeh – 11 tebax21.1 rojanEl Terf
Şêr 22 tîrmeh – 22 tebaxŞêr11 tebax – 17 îlon36.9 rojanQelb el Esed
Şehrîwar 23 tebax – 22 îlonŞehrîwar17 îlon – 31 çiriya pêşîn44.5 rojanSpica
Mêzîn 23 îlon – 22 çiriya pêşînMêzîn31 çiriya pêşîn – 21 çiriya paşîn21.1 rojanZûbana Şîmalî
Dûvpişk 23 çiriya pêşîn–21 çiriya paşînDûvpişk21 çiriya paşîn–30 çiriya paşîn8.4 rojanQelb el Aqreb
Marvan n/aMarvan21 çiriya paşîn–30 çiriya paşîn18.4 rojanRas el Haya/ Alfa Marvan
Kevan 22 çiriya paşîn – 21 kanûna pêşînKevan18 kanûna pêşîn – 21 kanûna paşîn33.6 rojanQews el Cenûbî
Karik 22 kanûna pêşîn – 20 kanûna paşînCapricornus21 kanûna paşîn – 17 sibat27.4 rojanZeneb el Cedî
Dewlik 21 kanûna paşîn – 19 sibatDewlik21 kanûna paşîn – 17 sibat23.9 rojanSead el Siûd
Masî 20 sibat – 20 adarMasî12 adar – 19 nîsan37.7 rojanEta Masî