Dîroka Mezopotamyayê yan jî dîroka mirovî ya di navbera Firat û Dîcleyê de dîrokeke ji koçberbûyîna mirovî ya herî kevnê ji Serdema Paleolîtîkê heya serdema kevnare ya dereng e ku di navbera çemên Firat û Dîcleyê û li deverên wan qewimiye. Dîroka Mezopotamyayê, ji delîlên kolandinên arkeolojîk, piştî destpêkirina nivîsandinê, di dawiya hezarsala 4ê b.z. de ji çavkaniyên dîrokî hatine berhevkirin. Mirovahî di serdemên Paleolîtîk û Neolîtîka destpêkî de tenê li beşên Mezopotamyaya Jorîn de cîwar bibûn. Bicîhbûna mirovahiyê li alûviyûma başûr jî di dema neolîtîka dereng de qewimiye. Mezopotamyayê, di Serdema Bronzê ya Destpêkî de ji bo gelek şaristaniyên mezin ên herî kevn ên cîhanê re cîwartî kiriye. Ji ber vê sedemê ye ku Mezopotamya wek dergûşa şaristaniyê tê binavkirin. Navê Mezopotamyayê bi yewnanîya kevn tê wateya "erdê di navbera çeman de". (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1915 Keştiya rêwîhilgir ya ÎngîlîzanLûsîanîa, li peravên girava Îslandayê di encama torpîlakirina keştiyên binavê yên Alman, niqû bin avê bû û hezar û 198 kesê tê de bûn, wiha bûn.
1983 – Otela bi navê Lalelî Washington şewitî. 36 tûrîst mirin 65 jî birîndarbûn.
1993 – Partiya Demokrasiyê DEP hate avakirin. Parlementerên vê partiyê bi darbeyeke sîvîl ku li parlemenê hate lidarxistin, hatin girtin.
1995 – Di hilbijartinên Serokkomariyê yên li FransayêJak Şîrak bi serket. Balkêşe ku piştî 7 salan di sala 2002an de jî di heman rojan de Şîrak dîsa hilbijartinên Serokkomariyê qezenc dike.
1999 – 7 ciwanên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku qaçaxçitiya mazotê dikirin, li herêma Şemzînanê ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin.