Erîdû (
bi sumerî: 𒉣𒆠,
eridug;
bi akadî:
irîtu; bi erebiya îro:
Tell Abu Shahrain) cihwarekî
arkeolojîkê li başûrê
Mezopotamyayê ye ku li gorî delîlên arkeolojîk ên îro wekî bajarê
Mezopotamyayê yê herî kevn hatiye pejirandin. Ev cihwarê arkeolojîk li parêzgeha
Zîqara îro ya
Iraqê ye. Erîdû bi awayekî demdirêj ve wekî bajarê başûrê
Mezopotamyayê yê herî pêşîn hatiye pejirandin û di roja îro de ji bo bajarê cihanê yê herî kevn nîqaşeke li ser vê cihwarê arkeolojîk de heye. Bajêr 12 kîlomêtre li başûrê rojavayê bajarê
Urê ye. Erîdû yek ji bajarên herî başûrê Mezopotamyayê ye û komek bajarên
sumeran e ku li dora perestgehan, bi awayekî ku ji hev re xuya dibin berfireh bûye. Avahiyên bajêr ji heriyê hatine çêkirin û li ser hev hatine avakirin. Bi mezinbûna perestgehan re û mezinbûna gund li derve, bajarekî mezintir hatiye avakirin. Perestgeh bi navê E-Abzu hatiye binavkirin û tê bawerkirin ku
Enkî li Abzu jiyan kiriye ku perestgeh xwedî avhewayeke wisa ye ku tê bawerkirin ku hemî jiyana
Enkî ji vê avhewayê çêbûye.
(zêdetir...)