Wîkîpediya tirkî

Wîkîpediya tirkî yan jî Wîkîpediya bi zimanê tirkî (bi tirkî: Türkçe Vikipedi), versiyona tirkî ya Wîkîpediyayê ye ku di çiriya paşîn a sala 2002an de hatiye destpêkirin. Ji gotara yekem a bi navê Cengiz Han ku di adara 2003an de hatiye nivîsandin, heta 22 hezîran 2024 612.187 gotar hatiye nivîsandin. Li gorî hêjmara gotaran wîkîpediya tirkî, wîkîpediya 28em a herî mezin e. Ji 1.593.654 bikarhênerên tomarkirî, 2894 kes çalak e. 20 rêveber, 5 burokrat, 3 kontrolkara wî heye. Ji roja ku hatiye vekirin ve car beşdarî hatiye kirin. 

Favicon of Wiki Wîkîpediya tirkî
Wîkîpediya tirkî

Malper   http://tr.wikipedia.org/
ZimanTirkî
XwedîWikimedia Foundation
Destpêkirinçiriya paşîn 2002
Hejmara karkeran782.533
StatûAktîv
biguhêreBelge

Di çiriya paşîn a 2006an de ji xelatên Webê ya Altın Örümcek re di şaxa fenê de berendam hatiye nîşan dayîn. Di kanûna paşîn a 2007an de di vê pêşbaziye de xelata "En İyi İçerik" (Naveroka Herî Baş) stend. Xelat di 25ê kanûna paşîn 2007an da li Zanîngeha Teknîkî ya Stembolê hate dayîn.

Girêdanên Derve

biguhêre

Wîkîpediya Tirkî