Sertab Erener (jdb. 4ê kanûna pêşîn a 1964an li Stembol, Tirkiye), hunermendeke cureyên muzîkî yên pop û rocka bi zimanê tirkî ye. Erener, bi eslê xwe ji bajarê Mûşê ye. Sertab Erener, keça bavekî kurd[çavkanî hewce ye] û dayikekî yûgoslavî ye. Piştî beşdarbûna rojbûna hunermenda tirk Sezen Aksu û li ser daxwaza Sezen Aksu wekî vokalîst dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye.

Sertab Erener
Jiyan
Jidayikbûn4ê kanûna pêşîn a 1964an (59 salî)
Stembol
NeteweKurd[çavkanî hewce ye]
Cureyê muzîkêDans, elektronîk, pop, rock
PîşeStrannivîs, hilberînerê muzîkê, mamoste.
Salên çalak1987–niha
Etîketa qeydêTempa, Foneks, İmaj, Sony, Columbia, Epic, Simya, Motéma, DMC, GNL
Malpersertab.com/
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Sertab Erener, di 4ê kanûna paşîna 1964an de, li Stembolê ji dayik bû û ji du zarokên Nizamettin û Yücel Erener e. Zarokatiya wê li Pierre Loti derbas bû. Dema ku malbata dayika wê li Yugoslavya dijiyan, jiber şerên li wir derket koçê navçeya Ayvalıka Balıkesirê bûn. Diya wê Yücel Erenler, di sala 1957an de li Akademiya Hunerên Bedew perwerdeha wênevaniyê dît, lê dema ku ew zewicî dest ji karê wênesaziyê berda.[1] Aliyê bavê wî ji bajarê Mûşê, ji Bakurê Kurdistanê ye. Dapîra wê xwedî koka ereb bû û ji bajarê Sêrtê ye.[2] Bavê wî Nizamettin Erener, li Amedê ji dayik bûye. Bavê wî Nîzamettîn Erener ji mamosteyê muzîkê Şerîf İçli perwerdeya muzîkê dît û mehekê li Radyoya Stembolê wek solîst xebitî. Her çend di warê muzîkê de jêhatîbûna wî hebe jî wî biryar da ku bibe parêzer.[3] Navê birayê wî yê mezin Serdar bû û wî di zaroktiya xwe de pir bandor li Sertab kir. Sertab bi guhdarkirina stranên muzîka klasîk a tirkî ku ji aliyê bavê wî ve hatine gotin, mezin bû. Bavê wê navê keça xwe, jiber ku wateya wê "ronahiya serî" û ji bo ku wî ji strana "O Şûh-i Sertab" hez dikir, danî Sertab.[4] Piştî dibistana seretayî, wî dibistana navîn a Lîseya Îtalyan bi dest xist, lê piştre biryar da çû Lîseya Işık. Di salên perwerdeya lîseyê bi nexweşiya zerikê ket û 11 saliya xwe de bi nexweşiya kolîta ulseratîv ket. Di demên perwerdehiya lîseyê de ji ber kolîtê li nexweşxaneyan derbas kir.[5] Di sala duyem a lîseyê de wê jiber ku muzîkê re eleqedar dibû, "ji bo ku bibe stranbêjekê operayê" dest bi xwendina Konservatuwara Şaredariya Bajarê Stembolê kir.[6] Li vir, piştî ku demekê beşa stranbêjiyê perwerde dît piştre çû Konservatuwara Dewletê ya Stembolê. Sertab Erener, demek kurt li Zanîngeha Mimar Sinan Beşa Opera û Strana Konserê jî xwend, lê berî ku beşa xwe biqedîne ji dibistanê derket. Wê dixwest ku karê xwe di operayê de bi xwendina muzîka klasîk bidomîne, lê ji ber xwendekariyê nikarî tiştên ku ji operayê hêvî dikir, bidest bixe. Wê wekî solîstê dikê dest bi xebatê muzîkê kir. Di 21 saliya xwe de yekem car zewicî û vê zewacê wê sê sal dewam kir.[2]

Sertab Erener, di sala 1987an de wek solîst beşdarî partiya rojbûna Sezen Aksu bû. Gava Sezen Aksu yekem car Sertab dît wê dengê wî pir eciband û pêşkêşî wî kir ku bibe vokalîstê paşînên li ser dikê. Sertab di destpêkê de ne dixwest bibe vokalîst û wê wiha got: "Sezen Aksu ji min re pêşniyara vokalîstiyê kir. Min ew qebûl nekir. Ji ber ku ez jixwe solîst bûm. Wê vî yekî mîna bûyerek daketinê hîs dikir. Lê divê ji ber vî helwestê karê vokalîstiyê qebûl bikim." Piştre, li ser daxwaza hevalê wê hunermend Levent Yüksel û Sezen Aksu, Sertab Erener qebûl kir ku li kêleka Aksu bibe vokalîstê paşîn a li ser dikê.[1] Sertab Erener di sala 2003an de bi stranekî inglîzî bi navê Everyway That I Can beşdarî Pêşbaziya Muzîkê ya Eurovisionê bû û di vî pêşbaziyê de bi ser ket, li rêza yekem ma.[7]

Dîskografî biguhêre

Fîlmografî biguhêre

Televizyon biguhêre

SalBernameRolNîşe
2002Ti ShowBi xwe
2011Star AkademiBi xwe
2014Yalan DünyaBi xweBeşa 76emîn
Arkadaşım HoşgeldinBi xwe
2015Sesi Çok GüzelBi xwe
2018Jet SosyeteBi xweBeşa 26emîn
2020Beşa 59emîn (Fînal)

Xelatên wê biguhêre

SalRêxistinKategorî
19951. Xelatên Muzîkê yên Vîdyoya Kral TvBaştirîn Hunermenda Jin a Pop
20006mîn Xelatên Muzîkê yên Video Kral TvBaştirîn Hunermenda Jin a Pop
Gotina Çêtirîn (Li Dilê Min Bikin)
200128emîn Xelatên Butterfly-a ZêrînBaştirîn Solîsta Jinik a Pop Pop a Tirk
20028. Xelatên Muzîkê yên Vîdyoya Kral TvBaştirîn Hunermenda Jin a Pop
200410. Xelatên Muzîkê yên Vîdyoya Kral TvStrana Salê (Everyway That I Can)
Xelata Rûmetê
201014. Xelatên Zêrîn ên Fm-ya Stenbolê (IFA)Baştirîn Hunermenda Jin a Pop
20102. Xelatên Cejna LêkolînêHunermenda Jin a Bijare
201117. Xelatên Muzîkê yên Kral TvHunermenda Jin a Baştirîn
201239. Xelatên Butterfly-a ZêrînBaştirîn Solîsta Jin a Muzîka Klasîk a Tirk
20151. Dema Govendê. Xelatên Sala-DawiyêKlîp & Strana Peyama Çêtirîn (Keç Leyla)
201714. Xelatên Muzîkê yên Radyoya BoğaziçiAlbuma Çêtirîn (Albuma Dilên kenikestî)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Sertab'ın ailesi". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 gulan 2021.
  2. ^ a b "Dünyanın her yerinde şarkı söylemek istiyorum". web.archive.org. 18 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 nîsan 2015. Roja gihiştinê 26 gulan 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ ARMAN, Ayşe. "Sertab Erener'in babasına ve hepimizin babalarına". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 gulan 2021.
  4. ^ "Dünyanın her yerinde şarkı söylemek istiyorum". web.archive.org. 18 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 18 nîsan 2015. Roja gihiştinê 26 gulan 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ ARMAN, Ayşe. "Hayatımın bir bölümü abim Serdar'ı kıskanarak geçti". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 gulan 2021.
  6. ^ "Birinin beni itmesi lazım". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 gulan 2021.
  7. ^ Sertab Erener – Everyway That I Can (Turkey) Live HD - Eurovision Song Contest 2003 (bi îngilîzî), roja gihiştinê 26 gulan 2021