Evrensel (kurdî « gerdûnî ») rojnameyeke Tirkiyeyê ye, rojane dertê. Sala 1995ê dest bi weşanê dike. Nêrîn û helwesta rojnameyê sosyalîzmeke neteweyî ye. Ji ber wê jî ji cîhanê bêhtir pirsgirêkên karkerên û çînên kedkarên ên romî (tirk) tîne ziman. Di babeta kurd de, nêrîna rojnameyê erênî ye, problemên kurdan dibînin û tînin ziman. Lê çareserkirinê jî di nava statuko û forma unîter a Tirkiyeyê de digerin. Ango baştirkirina rewşa aborî ya kurdan, rakirina qedexeyên li ser çanda kurdî ûêd bo "pirsgirêka kurd" kafî dibînin.

Evrensel
WelatTirkiye
ZimanTirkî
SenifandinRojnameya rojane
Hejmara yekem7ê hezîranê 1995

Derketinrojane
Tîraj6.383

Gerînendeyê giştî yê weş.İhsan Çaralan
XwedîMehmet Sami Belek
MalperMalpera fermî ya rojnameyê (romî)

Rojnamevan Metin Göktepe di vê rojnameyê de dixebitî ku li ser kar, ji aliyê polîsan ve hatibû lînckirin, jiyana xwe jidest dabû. Tîraja rojnameyê li dora 5-7 hezarê ye. Evrensel bo ciwan, pirtûkan birêkûpêk pêvekan dertîne.

Girêdanên derve

biguhêre