Doza Kobanî (bi tirkî: Kobani Davası) dozek siyasî ye ku li dijî bi sedan siyasetmedarên alîgirê kurdan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê kirin. Bersûc bi fermî bi endambûna rêxistineke terorîst û bi tehdîdkirina "yekîtî û tevahîbûna axa dewletê" tên sûcdarkirin. Di dozê de behsa bûyerên Kobanê ya di cotmeha 2014an de tê kirin. Lê belê gelek rewşenbîr ev doz weke tolhildana hikûmeta AKPê ya li hemberî siyasetmedarên kurd ên HDP'ê şîrove dikin.

Pêşdîroka dozê biguhêre

Di doza Kobanî de bi giştî 108 HDP'yî hatin darizandin. Ev yek li ser bûyerên payîza 2014an e ku li gelek bajarên kurd ên li Tirkiyê li dijî rewşa dramatîk li bajarê Kobanî yê rojavayê Sûriyê xwepêşandanên giran hatin lidarxistin. Bajarê ku rasterast li ser sînorê Tirkiyê ye û bi piranî Kurd lê dijîn, ji Îlona 2014ê ve ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatibû dorpêçkirin. Nêzîkî 200.000 penaber ji Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne.[1] Di axaftineke xwe de, serokkomarê Tirkiyê Erdogan ketina Kobanî ragihand,[2] lê milîsên kurd ên YPG’ê hîna li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin. HDP’ê ji nêzîkatiya dorpêçkirina dewleta Tirk[3] ne razî bû, li dijî komkujiyeke dawî ya li Kobaniyê banga protestoyan kir.[4] Xwepêşandan rastî nerazîbûnên Partiya Doza Azad hat.[5] HDP’ê daxwaza lêkolîna li ser xwepêşandanên Meclîsa Mezin a Tirkiyê kir, lê daxwazên wan hatin redkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 18 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Erdoğan: Şu an Kobani düştü düşüyor". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 10 tîrmeh 2014. Roja gihiştinê 18 gulan 2024.
  3. ^ English, Duvar (20 çiriya pêşîn 2020). "The plot hatched against the HDP over Kobane". https://www.duvarenglish.com/opinion/2020/10/20/the-plot-hatched-against-the-hdp-over-kobane (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 gulan 2024. {{cite web}}: Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  4. ^ "Kobanê investigation: HDP's Tuncel, Tuğluk remanded in custody 'again'". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 gulan 2024.
  5. ^ "Kobanê investigation: HDP's Tuncel, Tuğluk remanded in custody 'again'". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 gulan 2024.