Curiosity (amûra kefşê)


Curiosity, amûra kefşê ya Marsê ye ku bi mezinahiya otomobîlekî ye û ji bo keşfkirina Kratera Gale ya Marsê wekî beşek ji mîsyona Laboratoriya Zanistî ya Marsê (MSL) ya NASAyê hatiye çêkirin.[1] Curiosity ji Cape Canaveral (CCAFS) di 26ê mijdara sala 2011an de, saet 15:02:00 UTCyê de hatiye şandin û di 6ê tebaxa sala 2012an, saet di 05:17:57 UTC de, li Aeolis Palus di hundirê Kratera Galeyê ya Marsê de daketiye ser rûyê Marsê.[2][3][4]

Dîmenek ji Curiosity, li ser ruyê Marsê.

Armancên amûra kefşê vekolînek li ser avhewa û erdnasî ya Marsê, nirxandina ku cîhê qada bijartî li hundurê Kratera Gale ti carî şert û mercên hawîrdorê yên guncan ji bo jiyana mîkrobial peyda kiriye (tevî lêkolîna rola avê) û lêkolînên jîngeha gerstêrkan di amadekirina keşifkirina mirovan de hene.

Di 6ê tebaxa sala 2022an de, kurtasî ya berfireh a serkevtinên ku ji hêla Curiosity ve di deh salên dawî de pêk hatiye, hate ragihandin. Curiosity hêj jî kar dike û ji 19ê îlona sala 2022an vir ve, Curiosity 3598 sol (3696 roj bi tevahî; 10 sal, 44 roj) ji dema daketina xwe ve li Marsê çalak e.[5]

Erk û armanca Curiosity

biguhêre

Armancên ku ji hêla Bernameya Lêgerîna Marsê ve hatiye destnîşan kirin, armancên zanistî yên sereke yên mîsyona MSL ev e ku were destnîşankirin ka Mars dikare piştgirîya jiyanê bike an na.[6] Li gel van yekan destnîşankirina rola avê û lêkolîna avhewa û erdnasiya Marsê ye.

Erk û encamên vî kefşê ya din jî ev e ku ji bo çûyîna mirovî ya Marsê lêkolîn bê kirin. Ji bo beşdarbûna van armancan, heşt armancên zanistî yên sereke yên MSLê ku hene ev in:[6]

Biyolojî

biguhêre
  • Kifşkirin a xweza û envantera pêkhateyên karbonê yên organîk.
  • Vekolîna blokên avakirina kîmyewî yên jiyanê wekî karbon, hîdrojen, nîtrojen, oksîjen, fosfor û sulfur.
  • Taybetmendiyên dibe ku bandorên pêvajoyên biyolojîkî (biosignatures û biomolecules) temsîl bikin bêne naskirin.

Erdnasî û jeokîmya

biguhêre
  • Lêkolîna li ser pêkhateya kîmyewî, îzotopîk û mînerolojî ya rûberê Marsê û materyalên erdnasî yên nêzî rûyê Marsê.
  • Pêvajoyên pêkhatina kevir û axê û şirovekirina guherandine.

Pêvajoya gerstêrkê

biguhêre
  • Pêvajoyên pêşveçûna atmosfera Marsê ya demdirêj (yan jî 4 mîlyar sal) binirxînin.
  • Diyarkirina rewşa heyiya belavkirina gerîdeya av û karbondîoksîtê.

Radyasona rûyê Marsê

biguhêre
  • Karkterîzekirina radyasyonên galaktîk û kozmîk, rûdanên protonên rojê û neutronên duyemîn jî spektruma berfireh a radyasyonên rûxê.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ https://www.jpl.nasa.gov. "Mars Science Laboratory Curiosity Rover - Mars Missions - NASA Jet Propulsion Laboratory". NASA Jet Propulsion Laboratory (JPL) (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 19 îlon 2022. {{cite web}}: Di |paşnav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  2. ^ Abilleira, Fernando (10 sibat 2013). "2011 Mars Science Laboratory trajectory reconstruction and performance from launch through landing" (bi îngilîziya amerîkî). {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  3. ^ "Nasa's Curiosity rover lifts its navigation cameras". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 8 tebax 2012. Roja gihiştinê 19 îlon 2022.
  4. ^ MSL Sol 3 Update (bi îngilîzî), roja gihiştinê 19 îlon 2022
  5. ^ "What a decade of Curiosity has taught us about life on Mars". NPR.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 îlon 2022.
  6. ^ a b "http://mars.jpl.nasa.gov". {{cite news}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)