Birrbirreya piştê

hestiyê piştê yê ajalên birrbirredar. Di nav coga birrbirre de dirkepetik heye

Birrbirreya piştê, stûna bîrrbîrreyê an jî stûna piştê[1] (bi îngilîzî: vertebral column,spinal column,spine)

Birrbirreya piştê beşek ji tewerepeykerê ye.

Birrbirreya piştê ji stûna hestiyên birrbirreyê pek tê . Ango gellek hestiyên birbirreyê mîna stûnek li ser hev rêz dibin, em ji vê stûna hestî re dibêjin stûna birrbirreyê an jî birrbirreya piştê. Birrbirreya piştê ji binê kilox, ji hestiyê patikê dest pê dike heta piştêna hewzê (bi înglîzî: pelvic girdle) dirêj dibe[2]. Di nav kuna hestiyên birrbireyê de dirkepetik derbas dibe. Stûna hestiyên birrbirreya piştê, dirkepetikê dipêçe û diparêze[3]. Herwisa birbirreya piştê destek dide kilox û serî, ji bo masûlkeyên parsûyan û yên pişt û stû, xalên girêdanê ava dike[4]. Temenê dergûştiyê de, di laşê mirov de 33 heb hestiyê birrbirreyê heye[4], lê her ko temenê mirov zêde dibe, mirov mezin dibe, hinek hestiyên birrbirreyê bi hev re dizeliqin. Stûna birrbirreya piştê ya mirovek pêgehîştî ji 26 hestiyan pêk tê. Ji vana 24 heb birrbirre ne, yek hestiyê sêbende (bi îngilîzî: sacrum) û yek jî hestiyê qilênce (bi îngilîzî: coccyx ) ne. Ango birrbirreya piştê ji 24 birrrbirre û ji 2 hestiyan pek tê[5]. Di laşê mirovên pêgehîştî de sêbende ji 5 birrbireyên bi hev re zeliqî û yekbûyî pêk tê[5]. Hestiyê qilênce jî bi yekbûna 3-5 birbirreyên bi hev re zelîqî pêk tê[6].

Anatomiya Birrbirreyê biguhêre

Hemû birrbire bi heman şêwe û qebareyê nebin jî, birrbirre hin pêkhateyên hevpar li xwe digirin.

Stûna birrbirreya piştê ji 24 birrbirreyan pêk tê, hemû birrbire bi heman şêwe û qebareyê nebin jî, hemû birrbirre hin pêkhateyên hevpar li xwe digirin. Birrbirreyek asayî ji ten (bi îngilîzî: body), kevaneyê birrbirreyê û hin niçikan pêk tê. Ten beşa aliyê pêşiya birrbirreyê ye ko destek dide giraniya laş. Loma qebare û stûriya tenê birrbirreyan, her ko ji stû ber bi sêbendeyê ve diçe zêde dibe[3]. Li stûna birrbirreyê de di navbera tenê birrbirreyan de xepleyek (disk) kirkirkî heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyan e (bi îngilîzî: intervertebral disk) . Xepleya kirkirkî birrbirreyan bi hev re girê dide, lê nahêle hestiyên birrrbirreyan bigihîjin hev û ziyan bidin hev.

Kevaneyê birrbirreyê, beşa paşiya birrbirreyê peyda dike û ji çar pişkan pêk tê. Pedîkula çep û ya raste, lamîneya çep û ya rastê. Pedîkul, kêlekên kevaneyê birrrbirreyê ne û bi aliyê paşiya tênê ve girêdayî ne. Herdu lamîna, paşiya kevaneyê birrbirreyê pêk tînin. Di navbera ten û kevaneyê bîrrbirreyê de kunek heye. Dirkepetik di nav kuna birrbirreyê de dirêj dibe[4].

Ji kevaneyê birrbirreyê heft niçik dirêj dibin. Cotek ji niçkan wekî niçikên berwarî tên navkirin. Niçikên berwarî ji xala ko pedîkul bi lamînayê ve girê dibe, dirêj dibin. Li aliyê paş, ji bîrrbîrreyê niçikek dirêj dibe, navê wê, niçika dirrîkî ye. Niçika dirrîkî li bin çermê pişta mirov de bi hesanî xuya dibe. Niçikên berwarî û ya dirrîkî ji boy girêdana masûlkeyan, bingehên giring in[3]. Cotek niçikên geha jorîn li herdu aliyên birrbirreyê ve ber bi jor dirêj dibin û rûyek piçûk peyda dikin . Cotek niçikên geha jêrîn jî ber bi jêr ve dirêj dibin û rûyek piçûk ava dikin. Birrbirre bi navbeynkariya niçikên geha jorîn, bi birrbirreya jorê xwe ve girêdan avadike. Herwisa bi birbireya jêrê xwe jî bi navbeynkariya niçikên geha jerîn ve girêdan ava dike. Girêdanên navbera birrbirreyan, wekî geha livoka sinordar tê navkirin[3].

Beşên birrbirreya piştê biguhêre

Birrbirreya piştê ji 24 birrbirre û du hestiyan pêk tê.

Birbireya piştê ya mirov dabeşê 3 beşan dibe; birbirreyên stû (7), birrbirreyên sîngê (12) û birrbirreyên kêlekê (5)

Birrbirreyên stû biguhêre

Evana birrbirreyên herî biçûk in. Birrbirreyên stû (bi îngilîzî: Cervical vertebrae) 7 heb in û wekî C1, C2, ..... C7 tên nîşankirin. Ji vana C1 û C2 birbirreyên taybet in. Birrbirreya stû ya yekem (C1) wekî atlas, a duyem, a binê atlasê jî wekî tewere (bi îngilîzî: axis) tê navkirin[7]. Atlas bi eslê xwe ne birrbirre, lê xelekek ji hestî ye. Kilox li ser atlasê disekine[7]. Birrbirreya tewereyê li bin atlasê de cih digire. Li ser rûyê jorê, niçikek wekî mîna diran (bi îngilîzî: odontoid process), ji tewereyê ber bi jor ve dirêj dibe. Niçika diranî dirêjê nav kuna atlasê dibe û bi besterê tê zeximkirin. Bi vî awayê gehek bi lîvoka sinordar ava dibe. Kilox li ser vê gehê ji aliyek ber bi aliyê din dilive.

Birrbirreyên sîngê biguhêre

Birrbirreyên sîngê (bi înglîzî: thoracic vertebrae) 12 heb in. Wekî T1, T2,.....T11, T12 tên nîşankrin[6]. Ji ber ko destek didin giraniya laş, birrbirreyên sîngê ji birrbirreyên stû mezintir in. Li ten (bi îngilîzî: body) û niçikên birrbireyan de rûberên piçûk hene. Gehên navbera parsû û birrbireya piştê bi navbeynkariya van rûberên piçûk ava dibin.

Birrbirreyên kêlekê biguhêre

Birrbirreyên kêlekê (bi îngilîzî: lumbar vertebrae), destek didin ji bo giraniya beşa jorîn a laş. Loma birrbirreyên herî mezin ên birrbirreya piştê ne. Birrbirreyên kêlekê 5 heb in û wekî L1, L2....L5 tên nîşankirin.

Sêbende biguhêre

Sêbende (bi îngilîzî: sacrum) ji pênc birrbirreyên seretayî yên bi hevre zeliqî pêk tê[6]. Hestiyê sêbendeyê bi şeweyê sêgoşeyî ye û ber bi pêşî ve rûçal e. Sêbende bi sê aliyan ve girêdayî ye ,loma vî navî girtiye. Beşa jorîn a sêbendeyê bi birrbirreya kêlekê ya pêncem ve girêdayî ye. Sêbende li aliyê rastê û çepê de bi hestiyê kemaxê (kêlek) ve girêdayî ye. Li kotahiya sêbendeyê de hestiyê qilênce cih digire. Hestiyên sêbendeyê naşîbin birrbirreyên asayî, lê kuna birrbirreyê li xwe digirin. Dirkepetik di qada birrbirreya yekem a sêbendeyê de bi dawî dibe. Ango li nav kunên birrbirreyên sêbendeyê de dirkepetik tune, lê demarên ji dirkepetikê dirêjî nav sêbendeyê dibin[8].

Qilênce biguhêre

Qilênce an jî hestiyê boçikê (bi îngilîzî: coccyx / tailbone) hestiyek piçûk ê sêgoşeyî ye. Bi gelemperî çar birrbirreyên kotahiyê bi hev re dizeliqin bi vî awayê qilênce peyda dibe[9]. Qilênce bi sêbendeyê ve girêdayî ye.

Kevanokên birrbirreya piştê biguhêre

Kevanebûna birrbireya piştê, wê zexmtir dike, çemînbariya wê zêdetir dike.

Birrbirreya piştê ya mirovek pêgehiştî bi qasî 71 cm ye û piçek kevaneyî ye. Gava mirov li aliyê kêlekê ve (aliyê çepê an jî rastê) lê dinêre, beşên kevaneyî ya birrbireya piştê hê baştir xuya dibe. Her kevanok, li kijan beşa birrbirreya piştê de peyda bûye, navê wê beşê girtî ye. Kevanoka sîngê û ya sêbendê rûçal in. Kevanoka stû û ya kêlekê qoqiz in. Kevanebûna bîrrbîreya piştê, wê zexmtir dike û çemînbariya (bi înglîzî: flexibility) wê zêdetir dike.

Livîna birrbirreya piştê biguhêre

Di navbera birrbirreyên piştê de geha lîvoka sinordar heye. Lê ev sinor ji boy geha navbera du hestiyan e. Ji boy tevahiya stûna birrbirreyê livîn hê hesantir e. Bi alîkariya masûlkeyan birrbirreya piştê dikare bi hêsanî ber bi pêşî, paşî û çep û rastê biçemîne. Bi taybetî birrbirreyên beşa stû û ya kêlekê dikarin hê pirtir bilivînin.

Besterên birrbirreya piştê biguhêre

Bester (bi îngilîzî: ligament) birrbirreyan bi hev re girêdayî dihêle. Herwisa cihê xepleyên navbera bîrrbirreyan sabît dike û nahêle ji cihên xwe bilivin. Bestera berwarî ya birrbirreya atlasê, niçika diranî ya birrbirreya tewereyê, di nav atlasê de cih dike. Li aliyê pêşî ya birrbireya piştê, ji serî heta dawî besterek li tevahiya stûna birrbirreyê, li pêşiya tenên birrbirreyê de dirêj dibe. Li aliyê paş de besterek di nav coga birrbirreyê de li seranserê stûnê de dirêj dibe.

Xepleyên navbera birrbirreyan biguhêre

Hestiyên birrbirreyê li ser hev rêz dibin lê di navbera hestiyan de kirkirk (kirkirage) heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyan e (bi îngilîzî: intervertebral disk) ye. Ango rûyê hestiyan temasê hev nakin[6]. Loma lêkxişandina hestiyan rû nade. Xepleyên navbera birrbirreyên stû û kêlekê hê pirtir stûr in[2]. Xeple wekî mîna balgîhek, şok û darbeyên hawirdorê dimijin, livîn û çemîna laş hêsan dikin[2]. Hebûna xepleyan livîna birrbirreyan hêsantir dike. Gava laşê mirov ber bi pêş û paş an jî ji aliyek ber bi aliyê din dilive, birrbirre jî bi alîkariya xepleyan dilivin[9].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê . Hejmar 6
  2. ^ a b c Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  3. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ a b c Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  6. ^ a b c d Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Sacrum [1]
  9. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.