B (bixwîne: ) tîpa duyem a alfabeya kurdî ye. B dengekî konsonant e ku navê wê yê dengnasîgirteka dulêvî ya bilerz e. Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – biawayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tênîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б(gir) û б (hûr) dihat nivîsîn. [1]

Tîpa B

Girdek û hûrdek biguhêre

  • Tîpa girdek: B
  • Tîpa hûrdek: b

Dîrok biguhêre

Misirî
Pr
Fenîkî 
bēt
Yewnanî
beta
Etruscan
B
Roman
B
Runic
beorc
Uncial
B
Insular
B
Blackletter
B
Antiqua
B
Modern Roman
B
English cursive B and b

Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran,bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk,bûn, bûstan…”Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba,bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…”Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwene bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman ûzaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wanzimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike:- kurdiya başûrî2: waran- hewramî: waran- zazakî: varan- pehlewî: varan- mazenderanî: variş- avestayî: vara-- belûçî: gwariş…Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiyabaşûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”… [2]

Çavkanî biguhêre